1. Nivîskarê romana 'tenêtiya sedsalî' ji gotina îşev tenêtiya wî qediyaye û derbasî wî milî buye... |
|
17.04.2014 23:18 |
birho_fîlo
|
2. nizanim ji ber çi ye lê ez vî camêrî û gael garcía bernal siv lihev dixim. |
|
17.04.2014 23:47 |
mergehez
|
3. Li gorî nûçeyeke min nû xwend, malbata wî diyar kirîye ku duh mirîye. |
|
18.04.2014 00:05 |
nazim tolhildan
|
4. Romannivîsê cîhanî, G.G.Márquez, di destpêkê de wek rojnamevanekî bi nav û deng bû. Li Kolumbia, Arcataca, di 06.03.1927an ji dayik bû. Di sala 1982an de, li ser romana xwe ya bi navê ''Tenêtîya sedsalî'' xelata Nobel ya toreyê wergirt. duh, li 17.04.2014, li Maksîko mir. |
|
18.04.2014 00:41 |
bijîmillah
|
5. nivîskarê ku bi mirina xwe re ji bikarhênerên facebookÊ re têra heftakê malzeme û parvekirin hişt û çû. |
|
19.04.2014 00:43 |
giyanstêr
|
6. di facebookê de çiqas hevalên min bûne heyranê wî. lê ku em ji wan bipirsin bê ka wan ti pirtûkê wî xwendine, dê bêjin na welle min tu pirtûkên wî nexwandine. ku em ji wan bipirsin bê ka wan berî mirina wî, wî nasdikir, dê bêjin na welle min wî nasnedikir. belê hevalên min wisa ne :( |
|
19.04.2014 01:02 |
mergehez
|
7. min dil hebû ku ez jî tevlî refên kurdên me yên ku li ser feysbûkê şînê girêdane bibim lê bes min romanên wî camêrî nexwendine di pirtûkxaneya min de du heb pirtûkên wî hene tê bîra min ji vir pênç sal berê min pirtûka wî ya " kolera günleride aşk" kirîbû lê pênç sal jê derbas bû min hê jî nexwendiye belkî min deh car vekiriye heta rûpela çilemîn hatime û min daniye cihê wê. divê ez ê vêca bixwînim ji ber ku êdî bêtir popûler bû û hewce ye ku ez jî Fortan biavêjim.. ma çiyê me ji wan kesên nexwenda kêm e!!?? |
|
19.04.2014 02:02 |
ferhenga şikestî
|
8. piştî mirina xwe li ser tirşikê populer biye û mijara wî vebiye, ev têra xwe manîdar e.. |
|
19.04.2014 02:08 |
kevçiyê dil
|
9. nû hat bîra min,wextê ez lîsê de min pirtûkek kevin ji kîtapcafeyê dizîbî û xwendibî, ew jî tenêtiya sedsale ya marquez bî, ji ber dizî mixaletiyê min ji min enirî bî lê ez poşman nebîm çimkî min marquez naskiribî û êdî ti pirtûkên wî ji ber destê min xelas nebibîn* |
|
19.04.2014 20:40 |
kevçiyê dil
|
10. Romannûsî gewre. Di kurmancî de meriv dikare pirtûka wî ya serencama mirinekê, bi wergera ciwanmerd kulek bixwîne. |
|
31.01.2015 02:15 |
seydayê_peyvan
|
11. nivîskarê ku romana (bnr: evîn di serdema kolerayê de) nivîsiye ku lehengên wê |
|
07.09.2015 16:43 |
dijber
|
12. Heyf ku Keskekê li vir hê jî behsa birûyên gabriel garcia markuez nekiriye. |
|
05.04.2020 12:38 ~13:03 |
cinorek
|
13. serencama mirinekê/86020 |
|
05.04.2020 13:19 ~13:25 |
biruya hayao miyazaki
|
murat bektaş [1] |
|
ruşen çakır [1] |
|
xeste [1] |
|
xeste [2] |
|
şivan perwer vs ciwan haco [1] |